Li Sûdanê ji ber "Diphtheria" 3 kes mirin

Li Sûdanê ji ber nexweşiya "Diphtheria"yê 3 kesan jiyana xwe ji dest da.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Komîteya Amadekar a Sendîkaya Doktorên Sûdanê eşkere kir ku li herêma el-Cereîf a li rojhilatê Xartûmê, ji ber "Diphtheria"yê 3 kesan jiyana xwe ji dest da û 15 kesên din jî bi nexweşiyê ketine.

Doktorên Sûdanî destnîşan kirin ku nîşaneyên "Diphtheria"yê ev in: Êşa giran a qirikê, zehmetiya daqurtandinê, ta, bêhalî, werimîna di stû de û zehmetiya nefesgirtinê.

Doktorên Sûdanî hişiyarî dan ku paşguhkirina nexweşiyê dikare bibe sedema veguhestina bakteriyan di nav xwînê de û dibe sedema mirinê.

Her wekî din jî, ev nexweşî bi rêya kuxik an pişikandina kesekî nexweş, an amûrên cuda ên wekî fîncan, kevçî, destmalê yên ku ji aliyê nexweşekî ve tên bikaranîn, tê veguhestin.

Ev nexweşî bi riya qirêjbûna zêde weke qirêjbûna av û bedenê mirovan çêdibe.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24