Li Herêma Kurdistanê di navbera 1986-1989'an de ji aliyê Rejîma Baas'ê ya Îraqê ve li dijî Kurdan komkujiyek pêk anî.
Bi navê Enfalê êrîşî Kurdan kirin û di wê komkujiyê de nêzê 200 hezar kurd hatin qetilkirin.
4 hezar û 500 gund hatin hilweşandin û şewitandin. Ji milyonekî zêdetir mirov koçber bûn.
Di vê komkujiyê de bombe, çekên kîmyewî jî hatin bikaranîn.
Di 1'ê Adara 2010'an de Dadgeha Cezayên Bilind a Îraqê Komkujiya Helebçeyê wekî jenosîd qebûl kir, lê belê hemû berpirs nehatin cezakirin.
Ev li Parlamentoyên wekî Îngilistan, Swêd û Norveçê jî wekî 'Jenosîda li dijî Kurdan" hat pênasekirin.
Wataya Enfalê çi ye?
Enfal ku di erebî de tê wateya ‘bahozê’ di pirtûka pîroz Qûranê de jî navê ayetekî ye.
Her wiha Enfal navê kod ê operasyonên leşkerî ye ku ji 23’yê Sibat’ê heta 6’ê Îlona 1988’an ji aliyê rejima Baas`ê ve li Kurdistanê pêk hatine ye.
Enfal, ji aliyê General Elî Hasan El Mecîd ê xizmê serokdewletê Îraqê Sedam Hisên û Sekreterê Giştî yê Şaxê Bakur ê Partiya Baas a Îraqê ve hat meşandin.
El Mecîd ê ku ji hêla Kurdan ve wekî ‘Elî Kîmyawî’ dihat naskirin, yekem faîlê komkujiya kurdan bû.
Di komkujiyê de 182 hezar Kurd hatin kuştin
Enfal bi fermana serokê rejîma Baasê Sedam Hisên ji aliyê Elî Hesen Mecîd ve hate kirin.
Enfal bi 8 qonaxan hate meşandin.
Di encama van 8 qonaxan de, 182 hezar Kurd hatin kuştin û nêzîkî 4 hezar û 500 gund hatin valakirin.
Enfal bi rêbazên cuda dewam dike
Piştî 38 salan ji sûcên rejîma Baasê, niha netew-dewletên li herêmê bi rêbazeke nû gelê Kurd enfal dikin. Jîngeh, nav û robarên wan enfal dikin.
Li Başûrê Kurdistanê dewleta Tirkiyê li sînorê Behdînanê 400 gund bi hêza leşkerî û bombebaranê vala kiriye û rê nade ku welatî biçin ser cih û warên xwe.
Li Rojavayê Kurdistanê bi sed hezaran kes li Efrîn, Serê kaniyê û Girê Spî hatin kuştin û bi hezaran kes jî koçber bûn.
Li şûna wan bi hezaran mabatên Ereb hatin bicihkirin. Di meha Çileya îsal de li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê Kurd hatin kuştin.
Li Rojhilatê Kurdistanê Dewleta Komara Îslamî ya Îranê bi hezaran ciwanên Kurd girtine û rojane jî wan bi dar ve dike.
Vegerandina cenazeyên qurbaniyan
Daxwaza herî sereke ya kesûkarên qurbaniyan ji Hikûmeta Îraqê û Herêma Kurdistanê vekirina gorên komî û gerandina cenazeyên kesûkarên wan a li ser cih û warên wan e.
Li gorî agahiyên hatine girtin, ji nava gorên komî gelek hestî û paşmaweyên qurbaniyan li Bexdayê hatine derxistin û beşek ji wan testa ‘DNA’ jî hatiye girtin.
Kesûkarên qurbaniyên Enfalê yên li Bexda û Hewlêrê dixwazin gorên komî yên din jî bên vekirin, lê heta niha bersivek ji bo wan nehatiye dayîn.
Ji ber nebûna yekrêzî û yekgirtina Kurdan, heta roja îro jî heman xeteriyên Enfalê bi rengên cuda li ser Kurdan hene û Kurd tên kuştin.