Tayînkirina endamên Meclîsa Gel a Sûriyê bi dawî bû

Pêvajoya hilbijartina Meclîsa Gel li Sûriyê bi dawî bû. Gelê Sûriyê beşdarî hilbijartinan nebû û li sê parêzgehan, hilbijartin bi carekê çênebû. Siyasetmedar û Akadîmesyonan li dijî va hibijartinê sekinîn û nerazîbûna xwe destnîşan kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Piştî deh meh ji hilweşandina rêjîma Baasê, yekem care ku hilbijartin li Sûriyê tê lidarxistin, lê ev  hilbijartin jî bê vîna gel çêbû.

 

Encama hilbijartinê wê roja duşemê an sêşemê were ragihandin

 

Duh, pêvajoya hilbijartina Meclîsa Gel li Sûriyê bi dawî bû,Televizyoma El-Arabiyê El-Hedes ragihand ku encamên pêvajoya hilbijartinê û navên endamên nû yên Meclîsa Gelê Sûriyê, wê roja Duşemê an jî herî dereng roja Sêşemê, di civîneke çapemeniyê ya fermî de, werin ragihandin.

 

Wezareta Hundirîn a Hikûmeta Veguhêz îdîa kir ku di dema dengdana li ser hilbijartinê de, ti binpêkirinek nehatiye dîtin.

 

Di heman demê de, Serokê Hikûmeta Veguhêz  Ehmed El-Şeri  îddîa kir ku hemwelatiyên Sûriyê, îro bi veguherîna ji serdema şer bi berve hilbijartinê ve, serbilind in.

 

Şukrî Şêxanî: Ev hilbijartin vîna gelê Sûriyê temsîl nake

 

Li aliyeke din jî, hin Siyasetmedar û Akademîsyenan, nerazîbûna xwe ya ji  rêbazên vê hilbijartinê nîşan dan.

 

Serokê Şepêla Sûrî ya Çaksaz Şukrî Şêxanî da zanîn ku sê parêzgehên Sûriyê beşdarî van hilbijartinan nebûne, lewma ev hilbijartin vîna gelê Sûriyê temsîl naka û dûrî rastiyê ye û  wê ji bo civaka Sûriyeyê encamên berevajî bi xwe re bînin.

 

Şukrî Şêxanî: Proseya hilbijartinan binpêkirina aşkera ya demokrasiyê ye

 

Şukrî Şêxanî anî ziman ku divibû şandeyeke serbixwe bihata avakirin û li gel dozgeriyek yekalî çavdêriya hilbijartin bikira

 

Şêxanî got ku ev proseya hilbijartinan binpêkirina aşkere ya demokrasiyê ye.

 

Ji ber ku şêwaza tayînkirina endamên Meclîsê ji hêla serokê Hikûmeta Veguhêz ev hilbijartin dûrî demoqrasiyê ye.

 

Kadar Pîrê: Di vê hilbijartinê de rêjeya serketinê tune ye

 

Girêdayî vê mijarê Rêveberê Navenda Kurdên Sînornenas Kadar Pîrê, diyar kir ku berê  li Sûriyeyê hilbijartinên fermî hebûn û rêjeya serketinê kêm bû, lê Îro, rêjeya serketinê tune ye, ji ber ku ew ê ji sedî sed piştgirîya serok bikin û daxwazên wî bicîh bînin.

 

Kadar Pîrê eşkere kir ku li Sûriyê, tevlihevî, krîz, qetilkirina li ser nasnameyê, dizî, talankirin û pevçûnên navxweyî di nava komên bêdîsplîn ên girêdayî wê de hene.

Her wiha pirsî ku  gelo di vî rewşê de, çawa hilbijartinên demoqras wê werein lidarixistin?.

 

 Kadar Pîrê got ku xuyaye ku ew vê yekê dike ku tenê bêje em welatekî ava dikin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24