Li Bakurê Kurdistanê, li Dibistana Navîn a Ayser Çalik a navçeya Donzdeh Sibatê ya Mereşê dengê çekan bilind bû.
Li cihê bûyerê komên tenduristiyê, hêzên ewlekariyê û polîsên tîmên taybet hatin sewqkirin.
Komên tenduristiyê piştî mudaxileya ewil birîndar rakirin nexweşxaneyê.
Wezîrê Dadê Akin Gurlek jî got ku lêpirsîn hatiye destpêkirin û wiha domand:
“3 Serdozgerên Komarê û 4 dozgerên komarê hatine peywirdarkirin.”
Wezîrê Karên Hundir Mûstafa Çîftçî jî ber bi bajêr ve bi rê ket.