Li Kantona Tebqayê belavkar û bikarhênerekî madeyên hişbir hate girtin

Navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku li Kantona Tebqayê belavkar û bikarhênerekî madeyên hişbir girtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku ev girtin encama hewldanên berdewam ên ji bo têkoşîna li dijî belavbûna madeyên hişbir û kêmkirina bandora wê li ser civakê bû.

 

Hêzên ewlekariyê eşkere kir ku 8.75 gram heşîş, 126.75 hebên Kaptagon, 94 hebên ji pêkhateyên bijîşkî yên cûrbecûr ku ji bo armancên hişbirê têne bikar anîn li gel kesê belavkar girtine.

 

Piştî temamkirina lêpirsîna destpêkê, kesê girtî ji bo temamkirina pêvajoyên qanûnî yên li dijî wî ji Dozgeriya Giştî re hat şandin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye