“Konferansa Jiyana Hevpar û Demokratîk a Gelan û Olan Li Mezopotamiyayê” ku ji alî Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk li bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê hate lidarxistin, bi daxuyaniyrkê encamnameya wê hate eşkerekirin.
Di encamnameyê de hate diyarkirin ku ev konferans bû platformeke lêhûrbûn û nîqaşan ji bo ku hemû pêkhate karibin ligel cudahiyên xwe, navendeke demokratîk a bi hêz ava bikin.
Ev konferans ji bo aştiya Tirk û Kurd hate lidarxistin
Konferansê balkşand li ser hişmendiya tekperest û ev nirxandin kir:
“Dema dev ji berdana pratîkên sedsalî yên netewe-dewleta yekperest hatiye.
Divê polîtîkayên ku hemû gel û bawerî jê sûd werbigrin werin destpêkirin.
Gelên li Kurdistanê di vê sedsalê de bûnê hêviya hemû gelên Rojhilata Navîn û pêşengiya guhertin û veguherandinê ya li Rojhilata Navîn dikin.
Di encamnameyê de, hate got ku ev konferans wekî pişgirî ji banga Rûberê gelê Kurd Abdullah Oalan û di heman demê de jî, ji bo aştiya Tirk û Kurd hate lidarxistin.
Di encamnameyê de bal hate kişandin ser êrîşên HTŞ yê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya bajarê Helebê ku bi saya gel û Hêzên Parastinê yên Gel hate sekinandin û dazanîn ku di koferansê de, ew êrîş bi tundî hatin şermezarkirin.
"Gerek li ser parastina cewherî ya gelê Rojava bazarî neyê kirin"
Di encamnameyê balkişandin li ser van xalan jî:
“Divê li ser îradeya parstina cewherî ya gelên rojava bazar neyê kirin.
Çareseriya aştiyê di Kurdistanê û dervî xêza Kurdistanê jî wekî şerê navbera Îsraîl - Hizbullah, HTŞ û hemû gelên din li Sûriyeyê û li seranserê Rojhilata Navîn ew e ku heqîqeta civaka demokratîk were qebûl kirin.
Di dawiya encamnameyê de, bang li hemû partiyên Kurdistanî û siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl, rûspî, eşiret hwd. hate kirin ku bi rihê yekîtiya neteweyî tev bigerin.