Metirsiya belavbûna vîrosa Ebolayê li Komara Demokratîk a Kongoyê ku beriya du mehan dest pê kiribû, zêde dibe.
Wezareta Tenduristiyê ya Komara Demokratîk a Kongoyê, ragihand ku heta niha 671 bûyerên gumanbar û 160 mirin hatine tomar kirin.
Wezaretê, diyar kir ku testên labaratuarê girêdana di navbera 64 bûyer û 6 mirinan de piştrast kirine.
Rêxistina Tenduristiyê diyar kir ku li Ugandaya cîran, heta niha tenê du kes ku welatiyên Komara Demokratîk a Kongoyê ne, bi Ebolayê ketine.
Nexweşek miriye, lê testa yê din neyînî derketiye û tê dermankirin.
Navendên Kontrol û Pêşîlêgirtina Nexweşiyan ên Afrîkayê ragihandine, ku şewb nêzî beriya du mehan li parêzgeha Ituri, ya li ser sînorê Uganda û Sûdana Başûrî dest pê kir.
Şewba Ebolayê ya 17emîn e, ku ji sala 1976an û vir ve li welêt tê tomarkirin.
Ebola ya 17emîn ji ber cureya Budibugyo ya vîrusa Ebolayê çêbûye, ku li dijî wê ti vaksînek pejirandî yan dermankirineke taybetî tune ye.
Vîrusa Ebolayê bi rêya têkiliya nêzîk bi kesên nexweş an jî şilavên wan ên laş re tê veguhestin.