Werza yekemîn a xwendinê ya sala 2025/2026ˊan di 25ˊê Çileyê de bi dawî bû.
Dihat payîn ku di navbera 20 û 25ˊê heman mehê de karname li ser Xwendekarên li dibistanên herêma Cizîrê bihatana belavkirin.
Lê proseya belavkirinê, ji ber koçber di dibistanan de bi cih bibûn û ji ber êrişên komên hikumeta demkî ya Sûriyê bineçarî hate rawestandin.
Girêdayî heman mijarê, wê Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Cizîrê bi hevkariya gerînendetiyên perwerdê yên li bajarên Qamişlo, Tirbespiyê, Girkê Legê û Çilaxa sibe dest bi belavkirina karnameyan bike.
Hejmara xwendekarên li Qamişlo û gundewarên wê nêzî 36 hezarî ye.
Ew li 115 dibistanan perwerdeyê dibînin, wê sibe li her dibistanekê xwendekar karnameyên xwe wergirin.
Li bajarê Tirbespiyê jî, karname li 14 hezar û 676 xwendekarên qonaxên seretayî, navîn û amadehî tên belavkirin û li 119 dibistanan perwerdeyê dibînin.
Li Çilaxayê jî 9500 xwendekar ku di 64 dibistana de perwerdeyê dibînin, karname wê werin belavkirin.
Li Girkê Legê wê li 11 hezar û 618 xwendekarên her sê qonanxan ku li 55 dibistanan dixwendin, karname werin belavkirin.