Berdevkê tevgera Talîbanê Zebîhullah Mucahîd di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku di van pevçûnan de 58 leşkerên Pakistanî hatin kuştin û 30 yên din jî birîndar bûn, 9 endamên Talîbanê jî hatin kuştin.
“Hêzên Efxanî 25 çeperên leşkerî yên Pakistanî kontrol kirine”
Mucahîd destnîşan kir ku hêzên Efxanî 25 çeperên leşkerî yên Pakistanî kontrol kirin û ev yek jî wek bersivek li ser binpêkirinên dubare yên ax û qada hewayî ya Efxanistanê bi nav kir.
Berdevkê Wezareta Parastinê ya Talîbanê Enayatullah Xawarizmî anî ziman ku hêzên çekdar ên Îmaratê li dijî hêzên ewlehiyê yên Pakistanê li ser Xeta Durandê operasyonên serkeftî pêk anîn.
Ew oparesiyon weke bersivek li ser binpêkirinên dubare û êrîşên asmanî yên ku ji hêla artêşa Pakistanê ve hatine destpêkirin li ser axa Efganistanê armanc digirin."
Enayatullah Xawarizmî got ku ev operasyon nîvê şevê bi dawî bû, lê eger careke din axa Efganistanê were binpêkirin, hêzên wan yên çekdar amade ne ku bertek nîşan bidin û bi biryar tevbigerin.
“Her provokasyonek dê bi bersivek bihêz û bibandor were bersivandin”
Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf bi daxuyaniyekê da zanîn ku li ser parastina Pakistanê tu tawîz nayê dayîn, û her provokasyonek dê bi bersivek bihêz û bibandor were bersivandin.
Berteka serokwezîrê Pakistanê di demekê de hat ku deriyên sereke yên sînorî di navbera Pakistan û Efxanistanê de roja yekşemê piştî pevçûnên şevê hatin girtin.
Her wiha zêdebûna şer û pevçûnan roja pêncşemê, piştî dengê du teqînan li paytexta Efxanistanê û ya sêyem li başûrê rojhilatê welêt dest pê kir.
Bi van teqînan jî Wezareta Parastinê ya tevgera Talîbanê Pakistan wek berpirsê van êrîşan nîşan da û welatê cîran bi binpêkirina serweriya Efxanistanê tawanbar kir.
Îslamabadê rola xwe di van teqînan de piştrast nekiriye, lê bang li Kabîlê kiriye ku dev ji stargeha endamên Talîbana Pakistanî berde.
Di mehên dawî de Talîbana Pakistanê êrîşên xwe li dijî hêzên pakistanî zêde kiriye
Di mehên dawî de, Talîbana Pakistanê tundûtûjiya xwe li dijî hêzên ewlehiyê yên Pakistanî li herêmên çiyayî yên li ser sînorê Efxanistanê zêde kiriye.