Şewata daristanên Çiyayên Zagrosê bi qasî deh kîlometreyan belav bûye

Zêdebûna baranê û şînhatina giyayan di biharê de, di havînên germ û hişk de metirsiya şewatê zêdetir dike. Li daristan û mêrgên Zagrosê, şewat li ser deh kîlometreyan berfireh bûye.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Li daristan û mêrgên Zagrosê şewateke berfireh derket.

Krîza ku şeva 20'ê hezîranê dest pê kir, tevî şandina tîmên agirkûjî û helîkopteran, li hinek deveran heta duh berdewam kir.

Xeta agir li hinek deveran bi dehan kîlometreyan berfireh bûye.

Kontrolkirina agir zêdetir li ser milê dilxwazên herêmî maye.

Şewata ku li mêrg û daristanên berûyê yên herêma Bekek a ser bi navçeya Jarah û Baladehê ve dest pê kir, ji ber bayê tund, hişkbûna giyayan û zehmetiya gihîştina herêmên çiyayî, zû belav bû.

Lêkoler û çalakvana jîngehê Ezam Behramî li ser vê mijarê ji ajansa Nûjinhayê re got:

"Şewatên Zagrosê êdî ne bûyerên kêmwext in.

Ev herêm veguheriye yek ji navendên agir ên mayînde û dubare li Rojhilata Navîn.

Zagrosa ku ji sedî zêdeyî 40'î daristanên Îranê dihewîne, ji bo parastina çavkaniyên avê, xak, cihêrengiya jiyanî û debara jiyana bi milyonan mirovan li rojava û başûr-rojavayê welêt, xwedî girîngiyeke jiyanî ye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye