Li Girkê Legê çanda paqijiyê bi pêş dikeve

Şêniyên Komîna Şehîd Mihyedîn a Girkê Legê ya kantona Cizîrê, li gorî bernameya jina bi navê Enûd Mehmûd a ji bo paqijiya taxê daniye, tev digerin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Enûd Mehmûd 62 salî ye, bernameyek ji bo paqijiyê daniye û hemû şêniyên taxê beşdarî vê bernameyê dibin. Di encamê de kolan û derdora xaniyan tên paqijkirin, çop di saetên diyarkirî de tên komkirin.

Dema karmendên şaredariyê jî tên, tûrên gemarê radestî wan dikin.

Enûd Mehmûd got ku armanca wê pêşxistina berpirsyariya civakî ya paqijiyê û xweşikkrina taxê ye.

Enûd Mahmûd anî ziman ku ev çanda paqijiyê girêdana civakî ya di navbera şêniyên taxê de bi pêş dixe, ev dihêle karê komî û têkiliya civakî mezin bibe.

Enûd Mehmûd diyar kir ku paqijî ne tenê erka şaredariyan e û wiha axivî: “Parastina taxê erka hemû beşên civakê ye.”

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye