Hikûmeta Iraqê di civîna Meclisa Bilind a Avê de, Wezareta Karên Derve erkdar kir ku bi Tirkiyê re têkilî dayne, da ku ji hewzên Dîcle û Firatê avê zêde bike.
Her wiha Hikûmeta Iraqê daxwaza civîneke teknîkî ya wezîran bi aliyê Îranê re kir, da ku li ser berdana avê ji bo çemên Karun û Karxeh li başûrê welêt nîqaş bikin.
Beşdaran di civînê de, li hev kirin ku teknolojiyên avdanê yên nûjen, pergalên çandiniyê yên ku avê kêm teserûf dikin, piştgiriya cotkar û çandiniya berhemên ku kêm av bikar tînin bidomînin.
Iraq ji ber kêmbûna dabînkirina ava çemên Dîcle û Firatê, her wiha barana kêm di zivistanê de û germahiya zêde di havînê de, di rewşek hişkesaliyê de ye.