Li gundekî Şirnexê agir bi daristanekê ket

Li daristaneke nêzî Gundê Melê yê Şirnexê li Bakurê Kurdistanê, şewateke mezin derketiye, heya niha agir nehatiye kontrolkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Agir ji nêzîkî navenda leşkerî ya Artêşa Tirk derketiye û li qadeke berfireh belav bûye.

Tîmên agirkujiyê yên Şaredariya Şirnexê ,Rêveberiya Daristanan û bi alîkariya gelê herêmê, bi hev re hewl didin ku agir kontrol bikin, lê agir li qadeke berfireh belav bûye.

Heta niha sedema şewatê nehatiye zanîn, lêkolînên derbarê bûyerê jî dest pê kirin.

Berî çend rojan, Komîteya Ekolojî ya KCK`ê dabû xuya kirin ku her roj, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê şewateke nû ya daristanan heye û ev yek wek komkujiya li dijî xwezayê bi nav kiribû û xemsariya berpirsên Tirkiyê rexne kiribû.

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24