Ajansa North Press li ser zimanê çavkaniyekê ji Komeleya Mezopotamiyayê belav kir ku ew karwanê alîkariyê 55 ton ard û xwarin tê de heye û di van çend rojên derbasbûyî de, li navçeyên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji gelê Siweydayê re hatibû komkirin.
Çavkaniyê ragihand ku ew li benda biryara dawiyê ya Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê ne, da ku ku ew alîkarî ji Şamê ber bi Siweydayê ve bi rêkeve û pişt re wê li ser wan kesên ku zirar dîtine bê parvekirin.