Hemas: Berxwedana çekdarî mafê me yê rewa ye

Hemasê bersiva gotinên Nûnerê taybet ê Amerîkayê Steve Witkoff da û diyar kir ku mercê danîna çekan tenê naskirina dewleteke Filistînî ya serbixwe ye ku paytexta wê Qudus e. Herî dawiyê jî hat ragihandin ku Witkoff ji malbatê girtiyan re gotiye, “em pir nêzîkî bidawî kirina şer in”

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Nûnerê taybet ê Amerîkayê Steve Witkoff li Tel Avîvê, bi malbatê girtiyên Îsraîlî re hevdîtin kir.

Hat ragihandin ku Witkoff ji malbatê girtiyan re gotiye, “em pir nêzîkî bidawîkirina şer in” û bi vê yekê îşaret kiriye ku dibe Hamas amade be çekan berde.

Hemas jî bi daxuyaniyekê bersiv da Steve Witkoff û got: “Heta ku dagirkeriya Îsraîlê berdewam bike, berxwedana çekdarî mafê me yê rewa ye.”

 

Hemas: Heta Filistîn neyê naskirin, em ê çekan bernedin

 

Hamasê diyar kir ku ew di serî de “damezrandina dewleteke Filistînî ya serbixwe û serwer ku paytexta wê Qudus be” daxwaz dikin.

 

Di şerê Xezeyê de 60 hezar û 332 kes mirine

 

Di 7ê Cotmeha 2023an de, di êrişa Hemasê ya li ser Îsraîlê de hezar û 219 kesan jiyana xwe ji dest dabû û 251 kes jî hatibû girtin.

Li gorî artêşa Îsraîlê, 49 ji van girtiyan hê jî li Xezeyê têne girtin, lê 27 ji wan mirine.

Di êrişên Îsraîlê de jî li Xezeyê herî kêm 60 hezar 332 kes mirin, ku piraniya wan sivîl bûn.

Ev dane ji aliyê wezareta tenduristiyê ya girêdayî Hemasê ve hatin parvekirin û ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve wekî pêbawer têne qebûlkirin.

 

Şertê naskirina Filistinê: Divê Hemas çek dayne

 

Ji ber dirêjbûna şer û xetereya birçîbûnê li Xezeyê, welatên wekî Fransa, Kraliyeta Yekbûyî û Kanada ragihandin ku ew amade ne dewleta Filistînê nas bikin.

Lê belê London û Ottawa ji bo naskirinê şerta bêçekirina Hemasê, azadkirina girtiyan û di hikûmeta Filistînê ya nû de cih negirtina Hamasê diyar kirine.

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24