Parlamenterê parlamentoya Iraqê Kazim Etiye diyar kir ku piştî pêngava aştiyê, tu bihaneya dewleta Tirk nemaye ku li ser axa Iraqê û herêmên wê bimîne.
Kazim Etiye got ku Tirkiye dixwaze hegemoniya xwe bi ser Îraqê de bisepîne û daxuyakirin ku ev jî planên veşartî yên Enqerê li beramberî Îraqê ne.
Etiye dest nîşankir ku Dewleta Tirk bi liv û tevgera leşkerî wekî êrişek rasterast a li ser aramî û aştiya civakê jî çêdike.
Sîyasetmdarê Iraqê Sudan Saîdî jî diyar kir ku hebûna artêşa Tirk ya li Herêma Kurdistanê ti carî demkî nebûye û ne tenê ji bo PKK`ê bû û got: "Hebûna Arteşa tirkiyê plana dagirkirinê ye û divê ji axa Iraqê û herêmê derbikeve."