Îraq û Amerîkayê komîteyeke bilind a hevbeş ava kirin

Amerîka û Îraqê bi armanca rêgirtina li ber êrîşên terorîstî û xurtkirina hevkariya di navbera her du welatan de , komîteyeke bilind ava kirin. Her du welatan tekezî li ser dûrxistina Îraqê ji pevçûnên leşkerî yên li herêmê kirin û gotin: "Divê rêz li serweriya tam a Îraqê bê girtin."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê, ragihand ku di çarçoveya hevkariya stratejîk a navbera Îraq û Amerîkayê de, her du welatan biryar dan ku komîteyeke bilind a hevbeş a kordînasyonê ava bikin.

 

Ev biryar piştî salên dûr û dirêj ên hevkariya siyasî, aborî û ewlehiyê tê.

 

26`ê adara 2026`an, civîna yekem a vê komîteya bilind hat lidarxistin.

 

Di civînê de her du aliyên îraqî û amerîkî biryar dan ku hevkariyên xwe ji bo rêgirtina li ber êrîşên terorîstî xurttir bikin.

 

Her du aliyan piştrast kirin ku nabe axa Îraqê wekî xala destpêkê ji bo ti cure destdirêjiyên li dijî gelê Îraqê, hêzên ewlehiyê û saziyên stratejîk ên welêt bê bikaranîn.

 

Di daxuyaniya hevbeş de, hat tekezkirin ku dê rê li ber her cûre êrîşên li ser karmendên Amerîkayê, şandeyên dîplomatîk û hêzên Koalîsyona Navneteweyî yên li ser axa Îraqê bê girtin.

 

 

 

"Divê rêz li serweriya tam a Îraqê bê girtin"

 

 

 

Her du welatan tekezî li ser dûrxistina Îraqê ji pevçûnên leşkerî yên li herêmê kirin û gotin:

 

"Divê rêz li serweriya tam a Îraqê bê girtin."

 

Her wiha Waşington dê piştgiriya Bexdayê bike da ku ax, asman û sînorên wê yên deryayî ji bo gefxwarina li welatên cîran û herêmê neyên bikaranîn.

 

Bexda û Waşingtonê pabendbûna xwe ya ji bo hevrêzkirina hewildanên ji bo şerê li dijî terorê ji nû ve piştrast kirin.

 

Armanca vê hevrêzkirinê parastina aramî û serweriya welêt e.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye