Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, xwepêşandanên gel li hemberî rewşa aborî û polîtîkayên dewletê, di roja xwe ya 19'an de bênavber berdewam dikin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump, li Koşka Spî, di merasîma îmzekirina biryarnameyên serokatiyê de, li ser bipêşketinên dawî yên li Îranê daxuyanî da.
Donald Trump, di daxuyaniyê de, got:
"Ez hatim agahdarkirin ku kuştinên li Îranê hatine rawestandin. Niha planeke înfaz an jî îdamê tune ye.
Eger tiştekî wiha çêbibe, em ê hemû xemgîn bibin. Lê li gorî agahiyên gihiştine min îdam sekinîne."
Trump, diyar kir ku kuştina xwepêşanderên li Îranê, dê ji aliyê rayedarên pêwendîdar ve were lêkolînkirin.
Her wiha Serokê Amerîkayê, duh, li ser xwepêşandanên ku li Îranê didomin, li ser hesabê xwe yê Truth Socialê, daxuyaniyek dabû û gotibû:
"Ez bangî hemû welatparêzên Îranî dikim ku xwepêşandanan bidomînin, eger mimkun be dest deynin ser saziyan û navê kujer û êşkencekaran tomar bikin."
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê IHR'ê ku navenda wê li Norwêcê ye, roja çarşemê ragihand ku hêzên ewlehiyê yên Îranê, herî kêm 3 hezar û 428 xwepêşander kuştine û zêdetirî 10 hezar kes girtine.
Heta niha rayedarên Îranê, derbarê kuştî û birîndarên xwepêşandanan de, daxuyaniyeke fermî nedaye.
Xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdisatnê, ji 28ê Çileya 2025'an ve dest pê kirin û heta niha jî didomin.