Amadekariyên vegera koçberan bi dawî bûne û pêvajo bi koordînasyona Komîteya Koçberên Serêkaniyê û aliyên peywendîdar re tê birêvebirin da ku vegera malbatan bi ewle pêk bê. Hêjayî gotinê ye ku karwanê yekemîn di 10'ê Tebaxê de bi tevlêbûna nêzî 400 malbatan bi rê ketibû.
Karwanê duyemîn ê koçberên Serêkaniyê 8'ê Îlonê dê bi rê keve
Di 8`ê Îlonê de, karwanê duyemîn ê koçberên Serêkaniyê ku ji nêzî 725 malbatan pêk tê, dê ji Kampa El Telai berê xwe bide gundewarên rojhilatê Serêkaniyê, Til Temir û Zirganê.