Koşka Spî: Kuşner û Wîtkof bi Putin re planên bingehîn ên li ser Ukraynayê gotûbêj kirin

Koşka Spî ragihand ku nûnerên Amerîkayê Cared Kuşner û Stîv Wîtkof li Moskowê bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re civîneke giring pêk aniye. Di civînê de planên bingehîn û pêngavên radîkal ên ji bo bidawîkirina şerê li Ukraynayê hatine nirxandin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Berdevka Koşka Spî Karoline Leavitt bi daxuyaniyekê eşkere kir ku Şêwirmendê Taybet Cared Kuşner û Nûnerê Taybet ê ji bo Rojhilata Navîn Stîv Wîtkof serdaneke fermî birine paytextê Rûsyayê, Moskowê. Her du nûnerên Amerîkî bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re rûniştine û civîna wan nêzî sê saetan berdewam kiriye.

Li gorî daxuyaniya Koşka Spî, di hevdîtinê de mijara sereke dîtina çareseriyeke siyasî û dawîanîna bi şerê Ukraynayê bûye. Leavitt destnîşan kir ku aliyan li ser "planên bingehîn û avaker" guftûgo kirine û hevdîtin gelekî berhemdar derbas bûye. Her wiha hate diyarkirin ku piştî vegera nûneran a ji bo Washingtonê, Serokê Amerîkayê Donald Trump rasterast li ser encamên vê civînê hatiye agahdarkirin.

Ji aliyê din ve, Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov jî ev hevdîtin piştrast kir û diyar kir ku di civînê de ne tenê mijara Ukraynayê, lê di heman demê de pêwendiyên aborî û pirsên giring ên navdewletî jî hatine nirxandin. Peskov got ku Rûsya ji bo diyalogê amade ye û ev pêngav ji bo kêmkirina rageşiya navbera her du welatan giring e.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye