Nivîskara femînîst Robin Morgan di 85 saliya xwe de koça dawî kir

Ji pêşengên navdar ên pêla duyemîn a tevgera femînîst, nivîskar, helbestvan û aktîvîst Robin Morgan di 85 saliya xwe de wefat kir. Morgan bi têkoşîna xwe ya li dijî metakirina jinê û bi berhemên xwe yên teorîk, wekî yek ji navên herî bandorokker ên tevgera femînîst a modern tê pejirandin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Robin Morgan di salên 1960 û 1970'ê de bi çalakiya xwe ya sala 1968'an a li dijî pêşbirka Miss America re bû yek ji pêşengên têkoşîna azadiya jinê. Wê zêdetirî 20 pirtûk nivîsîn, ku antolojiya wê ya "Sisterhood Is Powerful" (1970) wekî metnekî bingehîn ê femînîzmê tê pejirandin.

Di kariyera xwe de berpirsyariya "Ms. Magazine" girt ser xwe û di sala 2005'an de ligel Gloria Steinem û Jane Fonda "Women's Media Center" damezirand. Morgan her wiha bi belavkirina têgîna "herstory" û xebatên xwe yên ji bo edaleta civakî bandoreke kûr li ser tevgerên jinan hişt.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye