Artêşa Îsraîlê pira di navbera bajarokên Sehmar û Meşxara hedef girt

Artêşa Îsraîlê, pira ku bajarokên Sehmar û Meşxara li ser Çemê Lîtanî li Geliyê Bekaa ya Rojavayê rojhilatê Libnanê, bi hev ve girê dide, hedef girt.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichai Adraee, berê diyar kiribû ku artêşa Îsraîlê niyeta wan heye ku du pirên li Geliyê Bekaa ya Rojava bombe bike.

Avichai Adraee, li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsandibû:

"Ji ber çalakiyên Hizbullah û veguhestina endamên terorîst bo başûrê Libnanê, artêşa Îsraîlê, bi alîkariya sivîlan neçar e ku çalakiyên terorîstî yên Hizbullahê bi awayekî berfireh û rast hedef bigire.

Li ser vê yekê û ji bo pêşîgirtina veguhestina hêz û çekan, artêşa Îsraîlê wê êrîşî pirên Sehmar-Meşxara bike.

Artêşa Îsraîlê roja înê ragihand ku wan dest bi êrîşên asmanî li dijî cihên ku ew wekî bingeha terorîstî, li paytexta Libnanê Beyrûtê bi nav dikin, kiriye.

Li gorî Reutersê sê teqîn li seranserî Beyrûtê hatine bihîstin.

Piştî ku berdevkê artêşa Îsraîlê di destpêka rojê de hişyariyeke nû da.

Medyaya Libnanî ragihand ku êrîş li ser taxên başûrê Beyrûtê hat kirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye