Ji destpêka şerê Amerîka-Îsraîlê û Îranê ve, ji 28'ê sibatê ve, heya niha Başûrê Kurdistanê bi dron û mûşekan tê bombebarankirin.
Li gorî daneyan, hejmara wan mûşek û dronên ku li Başûrê Kurdistanê ketine, ji 600'î zêdetir derbas bûye.
Li gorî hinek agahiyan jî heta niha bi giştî 614 mûşek û dron li Başûrê Kurdistanê ketine.
Dabeşbûna êrîşan li gorî parêzgehan wiha ye.
Hewlêr: 484 dron û mûşek.
Silêmanî: 103 dron û mûşek.
Dihok: 25 dron û mûşek.
Helebçe: 2 dron.
Di êrîşên dawî de jî vê sibehê, bi 25 dronan êrîşî Hewlêrê û kamapa azadî ya Koye hate kirin.
Her wiha Piraniya êrîşan li dijî navenda bajarê Hewlêrê bûn.
Beşek ji bermahiyên dronên li Hewlêrê ketine xwarê zirarên madî gihandin welatiyan.
Ji destpêka şer ve, di encama êrîşan de 14 kesan jiyana xwe ji dest dane:
6 Pêşmergeyên Fermandariya Herêma Yekê (li sînorê Xelîfanê).
Karmendekî Asayîşê (li balafirgehê).
6 Pêşmergeyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê.
Leşkerekî Fransayê
Ji 93 birîndaran 18 kes jî sivîl in.
Di nav birîndaran de xwendekar, polîs, xebatkarên kargoyê û penaberên li kampan hene.
Hefteya borî 5 ciwan jî li Hewlêrê birîndar bûbûn.
Deverên ku hatine bombebarankirin
Hewlêr: Dolî Melekan, Herîr, Kanî Qirjale, Balîsan, Xebat, Spîlk, Mela Qere, Kesnezan, Pîrzîn, Gezne, Behirke, Enkawa, Xelîfan, balafirgeh, Soran û baregehên Pêşmergeyan.
Silêmanî: Navenda bajêr, Girê Rîayeyê, Mêrgepan, Qalawe, Taxa Beranan, Sûrdaş, Kifrî, Taslûce û Çiyayê Zimnakoyê.
Dihok û Helebçe: Qada Petrolê ya Sersingê, Akrê, Bicîl, Berdereş, Maltayê, Qada Petrolê ya Çemankê û derdora Amêdiyê.
Her wiha Çiyayê Şinrûyê yê li Helebçeyê jî hatiye bombebarankirin.