Endamekî ekîba balafira Amerîkî ya ku li Îranê ketibû hat rizgarkirin

Supayê Pasdarên Îranê ragihand ku wan balafira şer a F-35 a Amerîkî li Îranê xistine xwarê. Lê derket holê, ku balafira hatiye xistin ji cûreya F-15 ye. Rayedarên Amerîkayê bûyer piştrastkirin û ragihand ku pîlotên balafirê hatine rizgarkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gor Reutersê ku xwe dispêre çavkaniyên Amerîkî ragihand ku balafira hatiye xistin F-15 ye. Ev balafir bi 2 kursiyan e û 2 pîlot tê de cih digrin.

Medyaya Îsraîlê xwe spart rayedarên Îsraîlî û eşkere kir ku pîlotek hatiye rizgarkirin.

Ev îdîa ji hêla CBS Newsê ve ku ji aliyê rayedarên Amerîkî ve hatibû destnîşankirin, hatiye piştrastkirin.

Supayê Pasderan ên Îranê gotin ku ew li nêzî cihê qezayê li başûrê rojavayê Îranê li herêmê digerin.

Rayedarekî payebilind ê Îranî soz da ku her kesê ku pîlot bigire yan bikuje, dê diyariyeke taybet werbigire.

Ajansên nûçeyan ên Îranî ragihandin ku helîkopterên Amerîkî li bilindahiyeke nizm difirin, xuyaye ku di mîsyonên lêgerînê de ne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye