Pezeşkiyan îro li ser hesabê xwe yê X'ê got: "Me gelek caran gotiye ku Îran êrîşên pêşî pêk nayîne, lê eger binesazî an navendên me yên aborî werin armancgirtin, em ê bi tundî bersivê bidin."
Her wiha Serokê Îranê ji welatên hêrêmê re peyam da û da zanîn ku eger welatên herêmê pêşketin û ewlehiyê dixwazin, bila ew jî nehêlin ku "dijminên Îranê" şer ji nava axa wan ve bimeşînin.
Hêzên çekdar ên Îranê jî amadehiya xwe nîşan dane ku heke saziyên wan ên petrolê yan jî yên elektrîkê bibin armanc, ew ê navendên enerjiyê yên aliyê beramber bikin armanc.
Îro mehek di ser şerê Îsraîl-Amerîka û Îranê re derbas dibe û hîna jî bi dijwarî ev şer didome.
Di hemwextî daxuyaniyên danûstandin û redkirinê de, vê sibehê jî Îsraîlê pêleke nû ya êrîşên dijwar bi ser Tehranê de bir.