Li Hemayê di êrişeke çekdarî de kesek hat kuştin

Li Sûriyê Pêla kuştinê her ku diçe zêdetir dibe. Li Hemayê di êrîşeke çekdarî de kesek hat kuştin. Ji aliyekî din ve çeteyên DAIŞ'ê kuştina Şêx Ferhan Mensûr ê Şîe li xwe girt.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Piştî guhertina desthilatê jî, sûcên kuştin, revandin, şelandin û talankirinê li Sûriyê kêm nebûye.

Ajansa ANHA'yê ragihand ku li ser rêya Selemiye-Sebûrayê yên gundewarê Hemayê çekdarên nenas ku li motorsîklêtê siwar bibûn, gule li kesekî bi navê Silêman reşandin û ew kuştin.

Çeteyên DAIŞ'ê kuştina Şêx Ferhan Mensûr li xwe girt

Çeteyên DAIŞ'ê jî kuştina Şêx Ferhan el-Mensûr a li Şamê girt ser xwe.

Çeteyên DAIŞ'ê got ku wan ev bûyer bi rêya çandina mayîneke di binê erebeya Mensûr de pêk anîne.

Ferhan Mensûr endamê Encumena Zanayên civaka Şîe li Sûriyê û îmamê Meqamê Seyide Zeyneb bû.

Ew bi banga xwe ya ji bo aramiyê, parastina aştiya sivîl û redkirina fitneyê dihat naskirin.

Civaka Şie û gelek alîyan bertek nîşan dan û ji hikûmeta Veguhêz a Sûriyê xwestin ku sûcdaran darzîne.

SOHR: Li Sûriyê di hefteya yekem a meha gulanê de 26 sivîl hatin kuştin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê SOHR'ê bîlançoya hefteya yekem ji meha Gulanê eşkere kir.

Çavdêriya Sûriyê ragihand ku di hefteya yekemîn a vê mehê de li Sûriyê, 26 sivîl hatin kuştin.

Li gorî wê di nav wan de 4 zarok û jinek jî heye.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye