Îsraîlê êrîşeke dijwar li ser Libnanê pêk anî

Artêşa Îsraîlê êrîşeke dijwar li dijî navend û baregehên Hizbulahê li Libnanê pêk anî. Di encamê de bi sedan kes hatine kuştin û birîndarkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di rêze êrîşên esmanî yên dijwar ên Îsraîlê de ku deverên mezin ên Libnanê kirin armanc, bi sedan kes hatine kuştin û birîndarkirin.

Serokwezîrê Libnanê Newaf Selam got ku Îsraîl hemû hewldanên herêmî û navneteweyî yên ji bo rawestandina şer paşguh dike û bang li dostên Libnanê kir ku ji bo rawestandina êrîşên Îsraîlê destwerdanê bikin.

Newaf Selam da zanîn ku êrîşên Îsraîlê taxên niştecihbûnê hedef girtine, di heman demê de Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê ragihand ku di encama êrîşan de bi dehan kes hatine kuştin û bi sedan kes jî birîndar bûne.

Wezîrê Tenduristiyê yê Libnanê Rakan Nasser El dîn diyar kir ku di encama êrîşên Îsraîlê de li seranserî Libnanê bi sedan kes hatine kuştin û birîndarkirin.

Çavkaniyên din destnîşan kirin ku hejmara mirî û birîndaran ji 300'î derbas bûye, lê ev hejmar hîn nehatiye piştrastkirin.

Mezintirîn êrîşa hevrêzkirî li dijî Hizbulahê pêk hat

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan mezintirîn kampanyaya bombebarana hevrêzkirî li ser Libnanê ji dema ku Hizbulahê di 2'yê adarê de tevlî şer bûye, pêk aniye.

Artêşa Îsraîlê daxuyakirin ku wan nêzîkî 100 navendên fermandariyê, baregehên leşkerî û binesaziya Hizbulahê li Beyrût, Geliyê Bekaa û başûrê Libnanê kirin armanc.

Artêşê her wiha got ku ev êrîş ji destpêka Operasyona "Hêrîna Şêr" û vir ve, êrîşa herî mezin a li dijî çeperên Hizbulahê ye.

Netanyahu: Agirbest Libnanê nagire nav xwe

Tevî ku Amerîka û Îranê rêkeftinek ji bo agirbesteke du-hefteyî ragihandin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu piştrast kir ku agirbest Libnanê nagire nav xwe.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye