Serokê Meclisê Nûman Kûrtûlmûş çû serdana Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmgullari û Tûncer Bakirhan.
Serokê Meclisa Mezin a Tirkiyeyê Nûman Kûrtûlmûş li meclisê çû serdana Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan. Kûrtûlmûş ji aliyê hevserokan û cîgirên serokê komê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî ve hat pêşwazîkirin.
Beriya civîn destpê bike li ber deriyê salonê wêne û dîmen hatin ji aliyê nûçegihanan ve htin kişandin. Lê piştre civîn bi awayekî girtî dûrî ragihandinê destpê kir.
Di civînê de li ser mijarên wek pêvajoya çareserî, hilbijartina Serokatiya Meclîsê, geşedanên siyasî yên dawî nîqaş wê were kirin.
Tê payîn ku wê piştî civînê, civîna çapemeniyê were li dar xistin.
Civîn di van kêliyan de jî didome.
Demhat İsmail