Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê bi hezaran karmendên saziyên dewletê yên dema îcazeya wan bi dawî bû, neçarî guhertina cihê wan ê kar dike.
Bi vî awayî karmendan li parêzgehên cuda yên Sûriyê tên erkdar kirin.
Di derbarê vê mijarê de, hin karmendan destnîşan kirin ku hikûmet bi vê biryarê dixwaze karmend îstîfa bikin û li şûna wan karmendên nêzî xwe bi peymanên taybet erkdar bike.
Hejmareke karmendan der barê mijarê de ji ajansa ANHA´yê re gotin ku xwesteka hikûmetê ew e ku karmendên ji Helebê bînin Şamê.
Her wiha karmendan diryar kirin ku hikûmet bi vê biryarê karmendan derveyî pîşeya bi dehan salane tê de kar dikin erkdar dike û armanca wan ew e ku karmend ji karê xwe îstîfa bikin.