Dadgeha Bilind biryara beraeta efserê polîs Murat Maden xera kir

Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê, biryara beraetê ya efserê polîsan Murat Maden ku ferman dabû polîsekî bê ajoname da ku panzerê biajo û di encamê de du zarok li Silopiyayê hatibûn kuştin, xera kir. Parêzerê malbatê Rojhat Dîlsîz diyar kir ku ev biryar ji bo darizandina zincîreya fermanê mînakeke girîng e.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê, biryara beraetê ya derbarê efserê polîsan Murat Maden de ku ji aliyê dadgeha îstînafê ve hatibû erêkirin, betal kir. Di 3'ê Gulana 2017'an de li navçeya Silopiya Şirnexê panzereke polîsan ketibû ser malekê û di encamê de du zarokên bira, Muhammed (7) û Furkan Yıldırım (6) di xew de jiyana xwe ji dest dabûn. Dadgeha Bilind destnîşan kir ku Maden ji ber dayîna "fermana neqanûnî" berpirsyar e û divê bê cezakirin.

Fermana neqanûnî û polîsê bê ajoname

Di biryara Dadgeha Bilind de hate diyarkirin ku şofêrê panzerê Omer Yîgît perwerdeya taybet a bikaranîna vê wesayîtê nedîtiye. Efser Murat Maden bi zanîn ev kes erkdar kiriye û ev yek li gorî Xala 137'an a Destûra Bingehîn (fermana neqanûnî) wekî kêmasiyeke mezin hate prjirandin. Ji bo şofêr Omer Yîgît, cezayê wî yê zindanê yê 2 sal û 1 mehê ku berê hatibû veguherandin bo 19 hezar TL cezayê pereyan, tekez bû û serlêdana pêdaçûnê hate redkirin.

"Derî li pêşiya darizandina amiran vedibe"

Parêzerê malbatê Rojhat Dîlsîz ev biryar wekî gaveke mînak nirxand û diyar kir ku di bûyerên wesayîtên zirxî de êdî berpirsyariya amir û fermanderan jî tê pejirandin. Ev biryar rê li ber darizandina zincîreya fermanê vedike, lê veguherandina cezayê kujerê du zarokan bo 19 hezar Lîreyên Tirkî, di raya giştî de mîna berdewamiya polîtîkaya "bêcezahiştinê" tê rexnekirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye