Li navçeya Somayê ya bajarê Manîsayê yê Tirkiyê, duh di kangehekê de hilweşîn qewimî.
Di encama hilweşînê de, destpêkê 2 karkeran jiyana xwe ji dest da, hejmarek jî di bin hilweşînê de man.
Yekîneyên rizgarkirinê ji bo ku bigihêjin karkerên di bin hilweşînê de mane, xebat dan destpêkirin.
Karkerên ku ji hilweşînê hatin rizgarkirin, hatin rakirin ji bo nexweşxaneya Dewletê ya Somayê.
Hat ragihandin ku 3 karkerên ku di bin hilweşînê de mabûn jî, jiyana xwe ji dest dane û bi vê yekê hejmara qurbaniyan gihîşt 5 kesan.
Wezîrê Dadê Akin Gurlek di daxuyaniya li ser hesaba xwe ya medya dîjîtal de diyar kir ku piştî bûyerê tavilê lêpirsîn hatiye destpêkirin.