Tang Jing ji ber bûyereke gezkirinê ji Lîstikên Asyayê hat dûrxistin

Lîstikvanek Çînî ya judoyê piştî bûyereke angaşta gezkirinê, ji Lîstikên Asyayê hat dûrxistin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Rahênera tîma judoyê ya jinan a Japonyayê diyar kir ku pûyera gezkirinê li ser destê lîstikvana wê Rin Maeda xuya kir.

Piştre jî, reqîba lîstikvana Japonyayê, Tang Jing, ji ber tevgerên ne-werzîşî ji çaryekfînalên Lîstikên Asyayê hat dûrxistin.

Rin Maeda di dema pêşbirkê de (kategoriya jinan a bin 70 kîloyî) der barê wê angaşa gezê de agahî da hakem.

Piştre rayedaran dîmenên vîdyoyê lêkolîn kirin û biryar dan ku werzîşvana Çînî, ji ​​pêşbirkê derxînin.

Her wiha rahênera tîma neteweyî ya jinan a Japonya Maki Tsukada got ku di pîşeya wê de wek vê bûyerê di serre derbas nebûye.

Di dawiyê de, Rin Maida di vê pêşbirkê de madalyaya zêr qezenc kir.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye