Kulûba Barcelona li ser hesabên xwe yên fermî yên medyaya dîjîtal daxuyaniyek da.
Kulûbê ragihand ku Barcelona dê di 22'ê mijdarê de piştî betlaneya Navneteweyî vegere Camp Nou dê maça xwe ya yekem di Lîga Spanyayê de li hemberî Athletic Bilbao bilîze.
Barcelona di daxuyaniya xwe ya fermî de got: "Roja Şemiyê, 22'ê Mijdarê saet 16:15 li gorî dema herêmî ji bo hefteya 13'êmîn a lîgê, li 'Spotify Camp Nou' de hemberî Athletic Bilbao were lîstin."
Di daxuyaniya kulûbê de, hate diyarkirin ji bo lîstika yekemîn kapasîteya destûrdayî ya heyî 45.401 temaşevan hebê.
Piştî qedandina xebatên ya nûkirinê bi giştî kapasîteya Spotify Camp Nou 105,000 be.
Maça fermî ya dawî ya Barcelona li Camp Nou di 28'ê Gulana 2023'an de li dijî Mallorca hate lîstin, piştî girtina Stadyûmê ji ber xebatên heyî navber hatê dayin.