Dewleta Tirk biryarên ku ji aliyê dadgeha mafên mirovan a Ewropayê ve hatine pêşkêşkirin, bi cih nayne û li ser vê mijarê hin rexneyên tund tên kirin.
Hevseroka MAF-DAD'ê Heike Geisweid bi gotinên tund Tirkiye rexne kir ku biryarên tekez ên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) yên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Selahattîn Demîrtaş û siyasetmedarên din ên Kurd bi cih nîne.
Heike Geisweid bang li dewletên Ewropayê kir ku êdî ji hişyariyên dîplomatîk wêdetir mekanîzmayên zexta siyasî û aborî bixin dewrê.
“Mafê hêviyê tê binpêkirin”
Geisweid işaret bi cezayên girtîgehê yên heta bi hetayî yên girankirî kir û wiha axivî:
"Ji nû ve nenirxandina vê biryarê û bêparhiştina cezayê girtîgehê yên bi heta hetayî ji ihtîmala berdanê binpêkirina qedexeya êşkenceyê ye."
“Mafê hiqûqî yên siyasî li Tirkiyê bi temamî tune ye”
Geisweid di derbarê vê babetê de got ku bi taybetî li Tirkiyê dozên siyasî, di van pîvanan de bi temamî tune ne û wiha eşkere kiriye:
"Hem ji aliyê hiqûqî ve hem jî ji aliyê mafên mirovan ve li Tirkiyê dozên siyasî nayê qebûlkirin, ev rastiyeke ku divê were dîtin."
Hevseroka MAF-DAD'ê Heike Geisweid di dawiya axaftina xwe de bal kişand ku Tirkiyê yek ji wan welatan e ku herî zêde biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) binpê dike û bi cih nayne.
Divê ji dîplomasiyê wêdetir kar bê kirin.