Di derbarê girtina çeteyan de Ajansa Dijî Terorê ya Iraqê ya KNN da zanîn ku bi hevahengiya Rêveberiya Dijî Terorê ya Silêmaniyê, 2 terorîstên DAIŞ'ê li bajêr hatin girtin.
Her wiha Ajansê di daxuyaniya xwe de wiha got:
"Me çend operasyon li dijî xalên DAIŞ'ê li Wadî Xasa û Wadî Zaxitun li parêzgeha Kerkûkê û li Çiyayê Hemrîn li parêzgeha Diyalayê pêk anî."
Di operasyonan de, hejmarek ji bermahiyên çeteyên terorîst ên DAIŞ'ê û hejmarek ji bombe û teqemeniyan hatin desteserkirin.