Hêzên Hikûmeta Veguhêz li taxa Şêxmeqsûdê 2 ciwan girtin

Hêzên Ewlekariya Giştî yên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê, li Taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê, ji ber ku wêne û sembolên Kurdî di telefonên du ciwanan de dîtin, ew girtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şahidên bûyerê gotin ku dewriyên Hêzên Ewlekariya Giştî yên girêdayî Hikûmeta Veguhêz, bi dehan ciwan li nêzîkî herêma goristanê û kolana dibistanan a taxa Şêxmeqsûdê rawestandin û li telefonên wan mêzand.

Şahidan destnîşan kirin ku 2 ciwan hatin girtin, bêyî ku ti hûrguliyên din bidin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye