KNK: Şerê xwe neyînin nava welatê me

KNK`ê êrîşa li ser pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê şermezar kir û ev bang kir: “Şerê xwe neynin welatê me û êrîşên xwe yên ser welatê me rawestînin. Mafê me yê bersivdayînê heye û gelê Kurd wê xwe biparêze. Di heman demê de Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê êrîşa Îranê ya li ser hêzên Pêşmergeyan weke êrîşeke dijminane pênase kir û got: “Êrîşa dijminane ya Komara Îslamî ya li ser baregeha Pêşmergeyan binpêkirina serweriya siyasî ya Herêma Kurdistanê ye.”

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî armancgirtina 6 Pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî da.

 

Beşek ji daxuyanî wiha ye:

 

“ Em wek KNK`ê vê êrîşa hovane û hemû êrîşkaran bi tundî şermezar û mehkûm dikin.

 

Ji şehîdan re rehmetê, ji birîndaran re şifayê, ji malbatên şehîdan û ji hemû gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.

 

Em Kurd terefê vî şerî nîn in lê mixabin ji despêka şer ve, gel û welatê me di bin êrîşan de dimîne.

 

Li ser vê bûyerê, em carekî din bang li aliyên şer dikin û dibêjin, şerê xwe neynin welatê me û êrişên xwe yên ser welatê me rawestînin."

 

KNK: Em ê destkeftiyên Başûrê Kurdistanê biparêzin

 

KNK di berdewamiya daxuyaniya xwe de helwesta Hikûmeta Îraqê rexne kir û ev peyam da:

 

 "Mafê me yê bersivdayînê heye û gelê Kurd wê xwe biparêze.

 

Her wiha divê Hikûmeta Îraqê li hemberî van êrîşan bê deng nemîne, hem çekdarên nêzîkî Îranê rawestîne û hem jî li hemberî êrîşên Îranê tedbîrên pêwîst bigre.

 

Her çend em ne alîgirê vî şerî bin jî, lê êrîş li ser welat û gelê me têne kirin.

 

Divê em Kurd li hember van êrîşan xwe biparêzin, hêza parastinê mezin bikin û yekîtiya xwe xurtyir bikin.

 

Parastina Başûrê Kurdistanê, parastina hemû Kurdistanê ye. Em ê bi hemû hêza xwe, destkeftiyên Başûrê Kurdistanê biparêzin."

 

Hêzên Siyasî yên Rojhilat êrîşên li dijî Pêşmergeyan şermezar kirin

 

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê ya Îranê têkildarî êrîşa rejîma Komara Îslamî ya li ser hêzên Pêşmergeyan daxuyaniyeke nivîskî da.

 

Di daxuyaniyê Hevpeymaniyê de ev hate gotin:

 

"Êrîşa mûşek û dronên leşkerî li ser baregehên Rojhilatê Kurdistanê, navendên leşkerî û sivîlan ên Herêma Kurdistanê ku ji roja yekem a geşkirina şer dewam dike.

 

Berî her tiştî ev yek dijminahiya vê hikûmeta cînayetkar a li ser netewa Kurd li hemû beşan nîşan dide.

 

Em Hêzên Hevpeymaniya Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê ya Îranê hevxemiya xwe ya bi malbatên şehîdan û xelkên Herêma Kurdistanê, Wezareta Pêşmerge, Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan didin û êrîşa Komara Îslamî ya Îranê û hêzên biyanî yên navxwe ya Iraqê ya li ser Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar dikin."

 

Hevpeymaniyê di dawiya daxuyaniya xwe de got:

 

"Em daxwaz ji welatên hevpeyman û civaka cîhanî dikin ku bi erka rabin û vê dijminahiya Komara Îslamê bibînin ku li dijî êrîşên serweriya siyasî ya Herêma Kurdistanê ye û ji bo sûcên şer yên Komara Îslamê, bibin xwedî helwestên bandorker.”

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye