Bahçelî: Mixatabê herî ciddî Îmraliye

Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî li ser serdana şandeya Komisyona Çareseriyê ya Îmraliyê axivî. Bahçelî çûndina komisyonê ya gravê jî wekî pêşketineke dîrokî bi nav kir û got, " Mixatabê herî ciddî Rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan e ".

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî di civîna koma partiya xwe ya li Parlamentoya Tirkiyeyê de axivî.

Bahçelî derbarê pêvajoya çareseriyê de nirxandinan kir û li ser serdana şandeya komîsyonê ya Grava Îmraliyê nêrînên xwe parve kir.

"Çûna komîsyonê pêşketineke dîrokî ye"

Devlet Bahçelî ji bo serdana Îmralıyê got;

“Çûna komîsyonê ya Îmraliyê pêşketineke dîrokî ye. Mixatabê herî ciddî Îmraliye."

Bahçelî dibêje, "Bes bila teror ji jiyana me bi awayeke daîme derkeve dixwaze bila me darve bikin."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye