Li ser biryara komîsyona li meclîsê ya ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re, Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mustafa Karasû nirxandin kir.
Mustafa Karasû diyar kir ku biryara çûyîna gel Rêberê PKK'ê erênî ye û got:
"Niha tê xwestin ku dest ji vê serhildanê bê berdan û xwişk û biratî bê avakirin.
Tê xwestin ku bi Tirkiyeyê re entegrasyona demokratîk pêk were. Dixwaze vê ji meclîsê re vebêje. Lewma biryareke bi vî rengî girîng e."
Mustafa Karasû da zanîn ku bi vê hevdîtinê re, êdî pêvajoya berê nikare dubare bibe û wiha berdewam kir:
"Li her kesî hate guhdarîkirin, li Rêbertî hate guhdarîkirin wê demê divê êdî ev nîqaş bigihêje encamê.
Ev encam jî guhertinên qanûnî û avêtina hin gavan be.
Beriya her tiştî divê şert û mercên azadiyê yên Rêbertî bêne afirandin.
Divê Rêbertî di rewşeke welê de be ku karibe bi rengekî azad û tenduristî bixebite."
Mustafa Karasû: divê CHP şaştiya xwe bibîne
Mustafa Karasû derbarê nêzîkatiya CHP'ê ya ji bo çûyîna Îmraliyê de, destnîşan kir ku eger bi vî rengî nêzîk bibe wê di çareseriya pirsgirêka Kurd de nikaribe bi rol rabe û wiha axivî:
"Di bin bandora hin derdorên klasîk ên li dijî Kurdan de ma û bi vê bandorê ev biryar wergirtin.
Naxwe bingeha CHP'ê ne weke ku wan gotine.
Ji ber vê yekê divê CHP şaştiya xwe bibîne."
"Fexiskirina PKK'ê nayê wateya destberdana ji têkoşîn û dozê"
Bi wesîleya salvegera 47'emîn a damezrandina PKK'ê jî, Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mustafa Karasû, rêberê damezrîner ê PKK'ê Abdulah Ocalan silav kir û got:
"Yên ku têkoşîna 50 salî ya PKK'ê gihand vê astê Rêber Apo û şehîdên li ser xeta Rêber Apo têkoşiyan bûn.
Fexiskirina PKK'ê jî, nayê wateya destberdana ji têkoşîn û dozê. Ji xwe têkoşîn her tim rê û rêbazan diguherînin.
PKK'ê jî guhertina stratejîk kir, biryar da ku êdî ne bi têkoşîna çekdarî lê bi siyaseta demokratîk têkoşînê bimeşîne."
"Têkoşîna jinê têkoşîna pêkanîna hebûna civakê ye"
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mustafa Karasû, 25'ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê, li hemû jinên Kurd û cîhanê pîroz kir û eşkere kir ku têkoşîna jinê têkoşîna pêkanîna hebûna civakê ye û got:
"Yek ji karên herî pîroz ên dîrokê, pêngava azadiya jinê ya Rêber PKK`ê Abdullah Ocalan e. Kar û nirxandinên wî yên têkildarî azadiya jinê ye.
Jin bi rengekî rêxistinbûyî li ber tundiyê radibin. Em vê helwesta wan silav dikin.