Vê sibê komên çekdar ên Îraqê bi dron û mûşekan êrîşî hêzeke pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê kirin.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bi daxuyaniyekê li ser hesabê xwe yê X`ê êrişa li ser hêzên pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê şermezar kir.
Tuncer Bakirhan di daxuyaniya xwe de wiha got:
“Ez vê êrîşê bi tundî şermezar dikim. Ji bo Pêşmergeyên ku jiyana xwe ji dest dane rehma Xwedê dixwazim. Ji gelê Herêma Federal a Kurdistanê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û malbatên wan re sersaxiyê dixwazim. Ji bo Peşmergeyên birîndar daxwaza saxî û silametiyê dikim.”
“Em qebûl nakin ku Kurd bibin parçeyek ji şerên herêmî”
Tuncer Bakirhan di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got:
“Ev êrîş beşek ji planekî berfireh e ku armancê wê erdnigariya Kurdistanê bixe nav şerekî herêmî. Li dijî van êrîşên qirêj helwesta me hem ji aliyê mirovahî ve û hem jî ji aliyê siyasî ve pêdiviyek e. Em qebûl nakin ku Kurd bibin parçeyek ji şerên herêmî.”
Tuncer Bakirhan: Dilê me li Hewlêrê ye
Tuncer Bakirhan di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got:
“Li hember van êrîşan em ê bi hev re bisekinin û têkoşîna xwe ya hevpar û bi biryar bidomînin. Dilê me li Hewlêrê ye; em ligel xwişk û birayên xwe ne û em ê her tim li kêleka wan bin.”