Hevpeymaniya Hêzên Rojhilat: Guhertina rastîn bi hêza navxweyî pêkan e

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Kurdistana Îranê daxuyaniyeke nû weşand. Hevpeymaniyê got: ``Hevpeymana Hêzên Siyasî ya Kurdistana Îranê tekez kir ku guhertina rastîn tenê bi piştevaniya hêza navxweyî û yekgirtina hêzên Kurdistanî pêkan e, ne bi lihevkirinên derve.``

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Hevpeymana Hêzên Siyasî ya Kurdistana Îranê piştî lidarxistina civînekê di 16’ê Gulana 2026’an de, der barê rewşa dawî de, daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku tevgera Kurd li hember çewisandinên dewleta Îranê çok danayne û banga karê hevpar bo bidestxistina mafên rewa hat kirin.

Her wiha, ragihand ku doza rewa ya gelê Kurd û xebata rizgarîxwaziyê xwedî dîrokeke dûr û dirêj e û ew nakeve bin bandora ti cure şer an pêşbaziyên herêmî.

Hevpeymaniyê, diyar kir ku berevajî têgihîştina navneteweyî, lihevkirin an peymanên derve cewher û naveroka Komara Îslamî ya Îranê naguherin.

Ji ber vê yekê, guhertina rastîn tenê bi rêya piştgirtina bi hêza navxweyî ya gel, yekgirtina hêzên Kurdistanî û berdewamiya tevgerên sivîl pêkan dibe.

Di heman demê de, di daxuyaniya de hat gotin:

Her çend lawazbûna Komara Îslamî di encama nakokiyên derve de bibe alîkar, lê belê tevgera Kurd çarenûsa xwe bi lihevkirin û şerên welatên derve ve girênade.

Rejîma Îranê piştî alozî û şerên dawî, pêlên girtin û darvekirina çalakvanên siyasî û sivîl zêde kirine.

Her wiha bi êrîşên li ser baregehên partiyên Kurdistanî yên li Başûrê Kurdistanê hewla lawazkirina tevgerê dide.

Lê hate destnîşankirin ku tevgera Kurd bi van zextan "çok danayne".

Hvepeymaniya Hêzên Siyasî ya Kurdistana Îranê tekezî li ser pêşxistina karê hevpar, bihêzkirina yekgirtina navxweyî, bilindkirina asta çalakiyên medyayî û avakirina gotareke hevpar a meydanî kir.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye