Îro 102'emîn salvegera Peymana dîrokî ya Lozanê ye.
Peymana Lozanê di 24’ê Tîrmeha sala 1923’an de, di navbera Hevalbendên Şerê Cîhanê yê Yekem û Civata Neteweyî ya Turkiyê li bajarê Lozanê ya Siwîsreyê hat mohrkirin.
Ev peyman li Koşka Rumînî ya bajarê Lozanê, di navbera Îngilistan, Fransa, Îtalya, Romanya, Yugoslavya, Yunanistan û Turkiyê de hat îmzekirin.
Bi vê peymanê re Kurdistana Mezin ya ku di bin kontrola Împaratorîya Osmaniyan de bû, hat dabeşkirin.
Bi Peymana Lozanê Kurdistan kirin 4 parçe
Di encama li hevkirina Peymana Lozanê de Kurdistan di navbera Tirkiyê, Sûriyê, Iraq û Îranê de hat dabeşkirin. Di her beşê de jî tevahiya berhemên hebûna gelê Kurd ketin ber talankirin û pişaftina Tirk, Ereb û Farisan.
Bi Peymana Lozanê Kurd bê war û welat hiştin
Di peymana Lozanê de gelek nûnerên welatan hebûn. Her wiha Ismet Înono li ser navê Tirkan û Zulfî Tîgrel li ser navê kurdan tevlî konferansê bibûn.
Delegeyên ku qaşo li ser navê Kurd-Tirkan çûbûn Lozanê dibêjin; Kurd avakerên Komara Tirkiyê û Şirîkên Tirkan e, lewre ne pêwiste ku Kurd weke netew, yan jî kêmeneteweyek cuda statûya wê bê diyarkirin.
Nûnerên dewleta komara Tirkiyê bi van gotinên xapînok Kurd bê statû, bê war û welat hiştin.
Dewleta tirk û nûnerên aliyên din ên peymana Lozanê bi rastkêşan axa bav û kalên Kurdan perçe perçe dikin û peyva Kurd yek carî jî di nivîsara peymanê de derbas nakin.
Kurd bûn qurbaniyê berjewendiyên hêzên Şerê Cîhanê yê Yekemîn
Ji bo ku em peymana Lozanê baştir nas bikin, divê em rewşa Kurdan di Şerê Cîhanê yê Yekem de bibîr bixin.
Gelê Kurd, yek ji qurbaniyên pêvajoya şerê cîhanê yê yekem e. Welatê Kurdan ji destpêka şerê 1914’an heya sala ku şer bi dawî bûye 1918’an, dibe qada şerên giran ên ku di navbera Îngilîz, Rûs û Tirkan de qewimîne.
Bi Peymana Lozanê, Peymana Sevrê hat betalkirin
Piştî Şerê Cîhanê yê Yekem, bi binketina Osmaniyan re peymana sevrê ket dewrê.
Peymana Sevrê peymaneke aştiyê bû ku di navbera Hevalbendên Şerê Cîhanê yê Yekem û Împeratoriya Osmanî, di 10’ê Gelewêja 1920’an de li bajarê Parîsê hat mohrkirin.
Tevî ku peymana Sevrê li ser kaxezê mabe jî, di pêşketina pirsgirêka kurdî de xwedî cihekî girîng e.
Di dîrokê de, cara yekem bû ku di belgeyeke dîplomatîk de, bi giştî di herêmeke ku kurd tê de dijiyan, gelê kurd dibû xwediyê mafên xweseriyê.
Lê bi îmzekirina peymana Lozanê ku di heman salê de hate mohrkirin, peymana Sevrê hat betalkirin.
Bi îlana komara tekperest înkara li dijî Kurdan dest pê kir
Misak-ı Millî herêmên ku axa Kurd-Tirkan tê pejirandin her çend weke neqerata stranekê her tim ser zimanê rayedarên tirkiyê be jî, lê bi îmzekirina peymana Lozanê Mustefa Kemal komara Tirkiyê ya tekperest (yek netew, yek dewlet, yek ziman)xiste bin garantiyeke qanûnî.
Bi vê peymanê Kurd ji hemû mafên xwe yên netewî bêpar man û axa kurdan kirin milkê dewletên dagirker ên Kurdistanê.
Kemalîstên ku di dema perçebûna Împaratoriya Osmanî de soz dan Kurdan ku ew ê dewletekî hevpar ava bikin, ew dewlet wê dewleta kurd û tirkan be, piştî îmzekirina Peymana Lozanê yekser hemû sozên xwe ji bîr kirin.
Hikûmeta Enqereyê ku bi Peymana Lozanê re, di qada navdewletî de hebûna xwe bi fermî da naskirin, bi ragihandina komarê re red û înkara li dijî gelê kurd dest pê kir û ev bû esasê girêkoka pirsgirêka kurd.
Li dijî înkar û bêmafiyê Kurdan 28 caran serî hildane
Piştî komara Tirkiyê hat damezirandin li Kurdistanê û di nav sînorê dewleta Tirkiyê de, Kurdan 28 caran serî hildane. Ev hejmara serhildanan, ji aliyê serokkomarê Tirkiyê yê berê Suleyman Demirel bi xwe ve, hatiye eşkere kirin.
Rejîma Kemalîst bi her cure rê û rêbazên hovan e û bi komkujiyan serhildan û berxwedanên azadiya netewî yên Kurdan tepisand.
Di salên 1921’an de Koçgirî, 1925’an Şêx Seîd, 1928-30’î Agirî, Zîlan, 1938’an jî Dêrsimê.
Kemalîstan siyaseta qirkirina çandî ya ku sed sal dom kir, li dijî ziman û çanda Kurdî meşand.
Weke serhildana herî dawî jî PKK, ev 50 sal e têkoşîna hebûna netewî ya gelê Kurd dimeşîne.
Bi vê têkoşîna nîvsedsalî ya ku bi berdêlên giranbuha hatiye meşandin, hiştiye ku îro Peymana Lozanê lawaz û bê wate bibe, rawatiya wê bikeve nîqaşê.