Endamê komîteya amadekar Ebdilmecîd Xelef derbarê jiyan û hunera hunermend Aram Tîgran de got:" Berhemên hunerî yên Aram Tîgran sînor derbas kirin û huner kirin peyama vegotina hêviyên gelan."
Her wiha endama Buroya Siyasî ya Partiya Yekîtiya Ermenî Kohar Xecadoriyan anî ziman ku di vê salvegerê de, em bi bîr tînin ku çawa dê û bavê Aram Tîgran bi saya hevgirtina birayên me yên Kurd ji qirkirinê rizgar bûn.
Di çalakiyê de koma Botan û koma Ermenî, hunermend Sefqan Orkêş, Sonya Omrî, Eymen Xişno û Rodî Ibrahîm stranên hunermend Aram Tîgran gotin.