Serokê PDK'ê li ser hesabê xwe yê X'ê di der barê hilbijartina Serokkomarê Îraqê de peyamek belav kir.
Mesûd Barzanî diyar kir ku îsrara hin aliyên Çarçoveya Hevahengiyê ya li ser hilbijartina Serokkomar, di demekê de ku hin aliyên din hilbijartina Serokwezîr taloq dikin, ne cihê qebûlkirinê ye.
Barzanî di daxuyaniya xwe de tekezî li ser hevahengiya pêvajoyan kir û wiha got:
"Em tekez dikin ku heta ew pirsgirêk bi hev re neyê çareserkirin, ti berkeftî û mafekî destûrî nayê çareserkirin.
Divê çareserî bi awayekî be ku hemû alî di rûniştina bê ya parlamentoyê de amade bin."