Komîsyona çareseriyê ya li Parlemena Tirkiyeyê bi piraniya dengan hevdîtina bi Abdullah Ocalan re qebûl kir.
Di civîna komîsyonê de AKP, MHP, DEM Partî, TÎP û EMEP'ê dengê erênî dan.
Partiya Demokrat, HUDA-Par, Partiya Demokratîk Solê û Koma Yenî Yolê neyînî deng dan. CHP û Partiya Yenîden Refahê jî tevli dengdayînê nebûn.
Li gor agahiyên bi dest ketin, hevdîtin dê serê hefteyê pêk bê.
Ji DEM Partiyê Seroka Koma Meclisê Gulistan Kiliç Koçyîgît,
Li ser navê MHPê dê Cîgirê Serokê Giştî yê MHP'ê Fetî Yildiz.
Li ser navê AKP’ê dê Huseyîn Yayman di komisyonê de cîh bigre û biçe Girava Îmraliyê.
Her wiha Koma Yenî Yolê jî ku ji Partiya Saadet, Gelecek û DEVA'yê pêk tê, biryar girt ku neçin Îmraliyê.