Li Minbicê daxwaza darzandina kujerê welatiyê Ebdulah El Mûsa hat kirin

Li bajarê Minbicê li dijî sûc û kiriyarên çekdarên girêdayî Tirkiyê protesto berdewam dikin. Xwepêşandêran daxwaza darzandina kujerê welatiyê bi navê Ebdullah El-Mûsa kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Bi sedan şêniyên bajarê Minbicê û gundewarê wê, tevlî xwepêşandanê bûn.

Xwepêşandêr li qada giştî ya bajarê Minbicê kom bûn, wêneyên Ebdullah El-Mûsa hildan û daxwaza darzandina kujerên wî kirin.

Di 17ê Mijdarê de, çekdarên girêdayî Tirkiyê welatiyê bi navê Ebdullah El-Mûsa El-Hesen dema ku sotemenî ji gundê Cib Ebiyd ê gundewarê Dêr Hafirê ber bi Minbica dagirkirî ve dibir, bi guleyan kuştin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye