Komîsyona ku ji bo çareserkirina pirsa Kurd li meclîsê hatibû avakirin biryar girt ku biçe Îmraliyê û bi Rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne.
AKP, DEM Partî û MHP'yê dê endamê xwe bişîne gravê lê CHP’yê biryar girt ku endam nede komîsyona diçe Îmraliyê.
Ev biryara CHP’yê di nava partiyê de û ji aliyê endamên berê yên partiyê ve rastî bertekan hat.
Alî Haydar Firat: Şaştiyek dîrokî ye
Endamê Meclîsa Partiyê ya CHP'ê Alî Haydar Fırat biryara CHP'ê wekî xeletiyeke dîrokî binavkir û got: “Serdana Îmraliyê yek ji xalên sereke yên çareseriyê ye; heke pirsgirêk hebin, ew raste rast bi rêya aliyên têkildar re têne çareserkirin."
Fırat diyar kir ku rêveberiya partiyê "şaşiyeke dîrokî kiriye."
Cîhangîr Îslam: Bi rastî jî şerm e
Parlamenterê berê yê CHP’yê Cîhangîr Îslamî jî li ser medyaya dijîtal bertek nîşanî biryarê da. Îslam diyar kir ku biryara CHP'ê dê li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Tirkîyeyê û her weha li deverên metropolan bertekên bi xwe re bîne û got, "Helwestek cûda dikaribû bihata girtin. Bi rastî jî şerm e."