Li gorî daxuyaniya Asayîş`ê Hêzên Dijî Madeyên Hişbirê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 2 operasyonên hemwextî pêk anîn, di encamê de 5 belavkarên madeyên hişbirê li kantonên Cizîr û Dêrezorê girtin.
Li bajarê Qamişlo, hêzên dijî madeyên hişbirê di 22`ê cotmehê de, piştî şopandina tevgera gumanbaran, di serdegirtinekê de 3 kes girtin, 245 gram heşîş û alavên ji bo bikaranîna madeyên hişbir desteserkirin.
Her wiha li Kantona Dêrezorê jî, hêzên wan 2 kesên din girtin ku 840 gram mîsa krîstal û 1010 hebên Kaptagon desteser kirin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn da zanîn ku kesên destgîrkirî ji dozgeriya giştî re hatine şandin.