Di dîrokê de gelek komkujî û ferman bi serê Kurdan de hatine.
Yek ji wan jî ya herî bi êş komkujiya Helebçeyê ye, ku di wê Komkujiyê de bi hezaran kurd hatin kuştin, .
Di 16'ê Adara1988'an de, rejîma Îraqê bi çekên kîmyewî, li dijî kurdên Helebçeyê komkujî pêk anî.
Dema behsa Helebçeyê tê kirin, gotina ku bêhna sêvê tê, tê bîra her Kurdekî.
Ev komkujî ji aliyê Îraqê ve, di dema rejîma Sedam Huseyîn de, li dijî kurdên Helebcçeyê hate pêkanîn.
Di nava çekên kîmyawî de, bêhna sêvê hebû, ji bo ku bêhn bi şênîyan xweş bibe û zû bimirin.
Di komkojiya Helebçeyê de zêdetirî 5000 kes hatin kuştin
Di nava çend saetan de, li Helebçeyê û gundewarên wê, bi qasî 5000 şêniyên Kurd jiyana xwe ji dest dan û bi 10 hezaran kurd jî birîndar bûne.
Komkujiya Helepçeyê, ya ku bi navê Enfalê tê nasîn, navê xwe ji sûreta Quranê ya Enfalê girtiye, ji aliyê efserê leşkerî yê Îraqê yê wê demê Elî Hesen El Mecîd ve hatibû birêvebirin û ji aliyê artêşa Îraqê ve pêk hatiye.
Piştî komkujiyê Neteweyên Yekbûyî lêpirsîn dabû destpêkirin û di encama lêpirsînê de hatibû tespîtkirin ku gaza xerdel û madeyên din ên nenas li dijî sivîlên kurd hatine bikaranîn.
Raya giştî ya cîhanê, ji komkujiyê piştî çend rojan agahdar bû.
Di wêneyekê de kesekî bi navê Elî Hawar zarokekî xwe yê yek mehî ku hîn nav jî lê nehatibû kirin, bi awayekî hembêzkirî û dev vekirî, jiyana xwe ji dest dabûn.
Bandora bombeyên kîmyewî tenê bi mirina pênc hezar kurdan û seqetmayîna bi deh hezaran ve bi sînor nema, bandora bombeyên kîmyawî hîn jî li bajarê Helebçeyê didome.
Komkujiya Helebçeyê bandoreke çawa li ser herêmê kir?
Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, ji ber bombeyên kîmyewî li Helebçe û derdora wê, di navbera salên 1991 û 1994'an de nexweşiya penceşêrê ji sedî 80 zêde dibû.
Her wiha ji ber bombeyên kîmyewî nexweşiyên jinan çar qat zêde bûn û bi hezaran kes jî bi nexweşiyên qiriq, kezeb, poz û çavan re rû bi rû man.
Bi hezaran kes jî ji ber çeka kîmyewî çavên xwe wenda kirin.
Li gorî agahiyan, hê jî bandora bombeyên kîmyewî, li ser zarokên ku nû tên cîhanê, tehlûkeyê li jiyana wan dike.
Ji berpirsyarên sereke yên komkujiya herî bi xwîn a dîroka nêz, Sedam Huseyîn û Elî Hesen Ebdulmecîd ê bi navê kodê "Eliyê Kîmyewî" berpirsyar bûn.
Her du hatin girtin û hikûmeta Îraqê cezayê darvekirinê li ser wan sepand.
Sedam Huseyîn di 30'ê kanûna 2006'an de hat bidarvekirin û Eliyê Kîmyewî jî di 25'ê Çile ya 2010'an de hat darvekirin.
Elî Hesen Ebdulmecîd di serî de gelek rêveber hatin girtin û hatin dadgehkirin.
Sadam Huseyîn ji ber komkuji û qirkirinê hate derizandin û cezayê dervekirinê lê hate birrîn û piştre hate darvekirin.
Helebçe li ku derê ye?
Bajarê Helebçeyê girêdayî Herêma Başûrê Kurdistanê ye û li Rojhilatê Îraqê dikeve.
Ew nêzî sînorê Îranê ye.
Helebçe bajarekî dîrokî ye, herêmeke çandî û bazirganiyê ye, bi taybetî ji ber zeviyên xwe yên çandiniyê û bazarên herêmî navdar bû.
Îro Helebçe bûye parêzgeheke Başûrê Kurdistanê.
Bajarê Helebçeyê piştî komkujiyê ji ber bombebarana rejîma Îraqê xweza û jiyan lê nema.
Lê piştre hêdî hêdî hat avakirin û dîsa jiyan li wir berdewam e.