Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civiya. Di civînê de pêngava dîrokî ya yekxistina hêzên Pêşmerge di bin sîwana Wezareta Pêşmerge de hat nirxandin û hat diyarkirin ku qonaxa nû dê li ser avakirina artêşeke neteweyî be.
Her wiha, Encumena Wezîran tekez kir ku Pêşmerge li gorî destûrê parek ji sîstema berevaniya Îraqê ye. Ji ber vê yekê, daxwaz ji hikûmeta federal a Bexdayê hat kirin ku bi rêkûpêk mûçe û şayisteyên darayî yên Pêşmergeyan bişîne û mafên wan bi artêşa Îraqê re wekhev bike.